NûçeÎranRojhilatanavinSûriye

Pêgirîya serokê parlimana Sûrîyê ser pêwîstîya pêşxistina peywendîyên parlimanî yên digel Îranê

Serokê parlimana Sûrîyê pêgirî ser pêwîstîya pêşxistina peywendîyên parlimanî yên digel meclisa şêwra islamî ya Îranê kir.

Hemûde Sebbag serokê parlimana Sûrîyê di hevdîtina digel Elîriza Bîgdêlî Cîgirê Serokê Beşa Konsolî ya meclisê û Wezareta Karên Derve û desteya digel da li Şamê ragihand ku pêşxistina peywendîyên parlimana Sûrîyê û meclisa şêwra islamî ya Îranê û lihevguhertina ezmûnan bi merema hevahengîya zêdetir pêwîst e. Sebbag herwiha pêgirî ser pêwîstîya çêtirkirina karê hevpar ê parlimanî û domandina hevdengîya her du welatan û piştgirîya ji hev li civat û konfiransên navnetewî û herêmî kir.

Bîgdêlî jî di vê hevdîtinê da dîyar kir ku peywendîyên her du welatan ser bingeheke xurt hatine danînê û got: Yek ji armancên seredana desteya îranî, hevahengîya digel sazî û dezgehên curbicur ji bo hêsankirina seredana welatîyên her du welatan e û pêkhatina vê yekê jî hewcedarê pêngavên hevpar ên her du meclisan ji bo xêra çêtir di siberojê da ye.

Başa dön tuşu