NûçeRojhilatanavinSûriye

Pêgîriya serokkomarê Sûriyê ser rawestana li ber terorîzmê

Serokkomarê Sûriyê got ku Şam amadeyî hevkariya tev hewldanên sadiqane li dijî terorîzmê ye.

Li gorî rapora malpera lubnanî ya El-Neşre, serokkomarê Sûriyê Beşar Esed roja çarşemiyê li nameyekê bo Ban Kî Mûn, sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji rêxistinên têkilîdar xwest ku bona avedankirina bajarê dîrokî ya Tedmûrê piştgiriya Sûriyê bikin .

Serokkomarê Sûriyê bi pêşewaziya ji diyarkirina kêfxweşiya Ban kî Mûn li bara azdkirina bajarê Tedmûrê ji aliyê artêşa Sûriyê, daxwaza hewldanên zêdetir ên saziyên ser bi vê rêxistinê bo avedankirina bajarê Tedmurê kir .

Beşar Esed destnîşan kir ku niha dema herîbaş bo şerê komî li hember terorîzmê ye û Sûriye amadeyî hevkariya tev hemî hewldanên sadiqane li dijî terorzîmê ye . (ÎSLÂMİ DAVET KURDÎ)

Başa dön tuşu