IraqNûçeRojhilatanavin

Pêgîriya serokwezîrê Iraqê ser çareserkirina krîza siyasî ya vî welatî

Serokwezîrê Iraqê got: Krîza niha li nav vî welatî krîzekî siyasî ye û pêwîst e ku hemû aliyên siyasî hevkariya hevdu bikin ta ku ev pirsgirêka çareser bibe.

Li gor rapora televîzyona Al-Iraqiye, Heyde Ebadî serokwezîrê Iraqê li gotinên xwe yên televîzyoniye sêşemê bi şev got: Krîza niha li nav vî welatî krîzekî siyasî ye û pêwîst e ku hemû aliyên siyasî hevkariya hevdu bikin ta ku ev pirsgirêka çareser bibe û çêbûna reformê dinav Iraqê pê hevkariya aliyên siyas cih tê û ser qazanca hemû iraqiyane.

Heyde Ebadî destnîşan kir, Dewlet hemû hêza xwe bona sekinîna li hemberî gendeliyê bikar digre û her kesek ku ji qudreta xwe ser qazanca şexsî istifade kiribe yan ji riyên nebaş gihêştibe diravekê bê şik dewlet lêkolînê dike û pîşiya wan kesan digre.

Heyde Ebadî ragihand ku mesela bijartina pisporan bona danîna ser postên dewletî li taximeke serbixwe û bêteref hatiye hilêxistin ta ku ew kesên şareza û pispor ku karayiya îdare kirina welêt hene ji wan behre bê girtin û êdî postên dewletî gor parvekirina siyasî neyên dabeş kirin.

Wî destnîşan kir ku bernama sereke ya dewleta Bexdayê sekinîna li hemberî grûpa terorîstî ya DAIŞ’ê ye ji ber ku DAIŞ bona Iraqê û cîhanê xeterekî mezin e û pêwîst e ku koka terorîzmê li nav axa Iraqê bê hişkkirin ta ku xelk bi arxayînî bikaribin jiyana xwe derbas bikin.

Pêştir Heyder Ebadî ragihandibû ku dewletê hin tedbîr bona şopandina tawanbaran û girtina wan kiribû û piştgiriyên pêwîst ji teşkîlata dadweriyê û saziya çavdêriyê bo serbixwetiyê û raberkirina raya cidî cih aniye û guherînên li kabînê dê bi zûtirkê cih werin .

Parlemana Iraqê hetanî sibê pêncşemê mecal daye Ebadî ku dewleta xwe biguherîne û reforman di nav sîstema îdarî ya Iraqê da çê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu