AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Hêvîdariya Newaz Şerîf li bara zêdebûna danûstandinên ticarî navbera Pakistan û Îranê

Serokwezîrê Pakistanê hêviya xwe daye diyarkirinê ku danûstandinên tecarî di navbera Têhran û Îslamabadê bigêhjin 5 milyard dolaran.

Li gor rapora televîzyona CCTV’yê, Newaz Şerîf serokwezîrê Pakistanê li gotûbêja xwe ya tev Hesen Rohanî serokkomarê Îranê, her çend li vê mudeha derbasbûyî ji ber boykotên dijî Îranê, hinekê danûstandinên navbera du welatan kêm bûne, lê ev danûstandinên tecarî dikarin piştî boykotan berfireh bibin û bigêhjin 5 milyard dolaran.

Serokê Komara îslamî ya Îranê li sefera xwe ya du rojî bo Pakistanê piştî hevdîtina tev serokkomarê, serokwezîr, şêwirmendê serokwezîr li karûbarên derve, beşdariya li civîna hevpar a aborî ya bazirganên Îran û Pakistanê û beşdariya li mersima mohrkirina 6 belgeyên hevkariyê li warên curbicur navbera du welatan, duh berêvarê ji Îslamabdê ber bi Têhranê ve hat . (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu