Sekreterê giştî yê Hizbullahê û serokê parlemana Lubnanê roja înê bi hev re civiyan û ser piştgiriya tam ji gelê Filistînê li rawestana li ber hemî îmkan û amûran ji gelê Filistînê li rawestana li ber Rejîma Siyonîstî sekinîn.
li gorî rapora IRIB Newsê, seyd Hesen Nesrullah, Sekreterê giştî yê Hizbullahê û Nebîh Bêrî, serokê parlemana Lubnanê her wiha encamên hilbijartinên parlemanî yên Lubnanê erênî nirxand û destnîşan kirin: Beşdariya berfireh a gelanî li vê hilbijartinê nîşana sekinîna wan ser berxwedan û avaklirina welêt e.
Her du alî li vê hevdîtinê bal kişand ser hewldana ji bo rawestana li ber gendeliyê û destnîşan kirin: Divê li warên rêçareyên guncaw bo şopandina dosiyên aborî û malî û îdarî li hev bikin.
Seyd Hesen Nesrullah, Sekreterê giştî yê Hizbullahê bijartina Nebîh Bêrî wek serokê parlemana Lubnanê û kivşkirina Sed Herîrî wek erkdarê avakirina dewletê kêfxweşiya xwe da diyarkirin û got: Divê bi zûtirkê dewleta yekitiya neteweyî ku nunerê hemî gelê Lubnanê be , were avakirin.