ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêgiriya taxima çavdêriya ser Lihevkirina Navokî ser bersiva qahîm a Îranê li hemberî helwêstên Amerîkayê

Taxima îranî ya çavdêriya ser Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar li ser bersiva qahîm, hevseng û hişmendane ya Komara Îslamî ya Îranê li hemberî pûesendnameya vê dawiyê ya Kongreya Amerîkayê pêgirî kir.

Li civîna roja Duşemiyê ya taxima îranî ya çavdêriya ser cihanîna Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar ku bi serokatiya Serokê Komara îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî, hat lidarxistin, piştî bhîstina raporên wezareta karên derve û Rêxistina enêrjiya Atomê ya Îranê, daweîn rewşa plana boykotên nû yên Amerîkayê û dûhatên wê ji aliyê endaman va hat hilkolandin.

Kongreya Amerîkayê heftiya buhurî di dewama dijminatiya Waşîngtonê tev Îranê, plana giştalî ya boykotên dijî Komara îslamî ya Îranê pesend kir.

Li vê civînê endamên taxima çavdêriya ser cihanîna Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar ji daxûyaniya vê dawiyê ya komîsiyona hevpar a “Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar” ku ji aliyê Fêdêrîka Mogirîniya berpirsa siyaseta derveyî ya Yekîtioya Ewropayê û seroka komîsiyonê li ser esasa “Pêwîstiya sozdariya hemî aliyan li naveroka Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar hevrê digel niyeta baş û di atmosfêreke kêrhatî” hat belavkirin, pêşwazî kirin û di eynî demê da li ser pêwîstioya şopandina ciddî daxwazên îranê ji vê komîsiyonê li civîna din a wê pêgirî kirin.

Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê (Brîtanya, Franse, Rûsiye, Çîn, Amerîka û Almanê) nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar  ji meha Çileya 2016 va ketiye warê cihanînê; Lê d ewleta Amerîakyê weke endameke vê komê heertim Lihevkirina Navokî ya di navbera îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar binpê kiriye.

Amerîkayê di heftiyên vê dawiyê da jî di dewam karên xwe yên dijî Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar, çend caran sazî, kompanî û kesên îranî bi mehneyên cûrbicûr boykot kirine.

Ev dijminatiyên Amerîkayê dijî Îranê di rewşekê da ne ku li gorî raporên Ajansa Navneteweyiya Enêrjiya Navokî, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û Konseya Ewlehiyê ya vê rêxistinê, Îranê hertim tevayê sozên xwe yên li warê Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar cih anîne.

Berpirsên Komara Îslamî ya Îranê hertim pêgiriyê dikin ku her pêngava dewleta Donald Trump li warê “Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar” dê tûşî bersiva ciddî û qahîm a Îranê were.

Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar di 15`ê Tîrmeha sala 2015`an da hat wajokirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu