NûçeRojhilatanavinYemen

Şertê Ensarulaha Yemenê jibo pêkanîna dewleta tifaqa netewî

Li gorî rapora kanala nûçan a el-Minar a Libnanê, Mihemed Evdilselam, serokê taxima Ensarulaha Yemenê li muzakirên Kuweytê îro pêkutî kir ku pêkanîna dewleta tifaqa netewî maye ser bidestxistina garantiyên navnetewî li bara bêalîmayîna Ebderebe mensûr hadî serokkomarê istêfakirî yê yeemnê di dewra veguhestina desthilatê da.

Evdilselêm got ku pêşketineke baş li ser meseleya veghortina êxîsran ligel desteya dewleta îstîfakirî ya Yemenê pêk hatiye û qedera hêzên gelanî jî bi riya tevlîbûna wan hêzên leşkerî yê li gorî encamên muzakirên netewî hêsan be.

Hemîd Asim, endamê desteya muzakirekir a Tevgera Ensarulaha Yemenê jî wek berteka li hemberî hewldanên jibo vegerandina Ebderebe Mensûr Hadî serokomarê istêfakirî yê Yemenê bo desthilatê, got: Endamên desteya Ensarulaha yemenê nakevin ber bayê zext û zorên siyasî û li hemberî tu kesî teslîm nabin.

Wî her wiha got ku tenha riya çareserkirina qeyrana Yemenê, gotûbêjên cidî û kêrhatî ne û aliyek bi tena serê xwe nikare li welêt hikimdariyê bike.

Muzakirên aştiya Yemenê li Kuweytê, eva 6 hefte ne ku destpê bûne û tevî hin nakokiyan û astengîderxistina desteya Riyazê, didomin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu