Pêgiriya wezîrê karên derev yê Iraqê ser pêwîstiya aşitiya neteweî li vî welatî
Wezîrê karên derve yê Iraqê ragihand vî welatî li kêleka damezrandina ewlehiya neteweyî û pêşketinên eskerî hevcetî bi aşitiya neteweyî ya hemî koman jî heye.
Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derev yê Iraqê li gotûbêja li bara plana aşitiya neteweyî li vî welatî got: Beşdariya hemî grûpan li cihanîna vê planê jibo serketina Iraqê pêwîst e.
El-Ceferî bal kişand ser bandora azadiya Helebê û şikesta DAIŞ`ê li warên meydanî yên Sûriyê ser rewşa Iraqê û got ku xatircem e bi wêdedanîna pirsgirêkên navxweyî û navçeyî dê armancên şerê li hember terorîsmê bi zûtirkê cih were.
Wezîrê karên derve yê Iraqê bal kişand ser civîna Komara Îslamî ya Îranê, Rûsiye û Tirkiyê li bara Sûriyê û pêwîstiya muhtemel a wê jibo Iraqê û destnîşan kir ji ber ku DAIŞ`ê dijminê hevpar ê anvçê ye ger pêdivî be Bexda dê bersiva erênî bide hevdengiyên îstixbaratî û ewlehiyê.
El-Ceferî her wiha parastina peywendiyên gelê Iraqê û gelê Tirkiyê tevî gotinên tund ên hin rayedarên tirk rastiyeke înkarnebûyî da aznîn û diyar kir: Hêzên eskerî yên Tirkiyê tu roleke xwe li operasyona li dijî grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li Mûsilê tinebûne.
Wezîrê karên derev yê Iraqê bal kişand ser hêdîbûna pêşketina li operasyona azadkirina Mûsilê û destnîşan kir li gorî bernamên cihhatî parastina canê welatiyên iraqî li vê operasyonê bi taybet ku cinayetên DAIŞ`ê li xelkê sivîl ên vî welatî bê hed zêde ye bernama sereke ya hêzên iraqî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)