ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêgiriya wezîrê niftê yê Îranê li ser parbendiya firotina niftê navbera endamên OPEC`ê

Wezîrê niftê yê Komara Îslamî ya Îranê li ser parbendiya firotina niftê di navbera endamên Saziya welatên bifiroşê niftê nasyar bi OPEC`ê pêgirî kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Îslamî nasyar bi IRNA`yê, wezîrê niftê yê Îranê berî destpêkirina sed û şest û nehemîn civîna OPEC`ê li Viyenê li koma nûçegihanan li bara parbendiya firotina niftê di navbera yekayeka endamên vê rêxistina niftî, got: parbendiya giştî ya firotina niftê di navbera welatêmn endamê OPEC`ê bêyî diyarkirina para her welatekî bêwate ye, çimku nayê kontrolkirin û çavdêrîkirin û bê vê wateyî ye ku her welatek her karekî li gorî meyl û daxwaza xwe bike.

Namdar Zengine tevî pêgiriya li ser bidestxistina para Îranê li OPEC`ê, her viha got: Xweşbextane tedbîr û reftara Îranê bi awayekî bû ku vegeriyana wê bo bazara niftê bandoreke nerênî li bazara niftê nekir.

Wezîrê niftê yê Îranê her viha li bara berendamên ji bo bidestxistina posta sêkrêtêrê giştî yê OPEC`ê û eva ku girîngiya Îranê li ser kîjan berendamî ye jî got: Vê gavê ji bo sêkrêtêrbûna giştî ya OPEC`ê du berendam ji Vênêzoêla û Nîciryayê hene û Îran dê pişta berendamê nîciryayî bigire (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu