Pêgiriya wezîrê parastinê yê Iraqê li ser azadkirna tevayê Iraqê ji destê DAIŞ`ê
Wezîrê parastinê yê Iraqê li ser dewama opêrasiyona dijî têrorîatan ji bo azadkirna tam a gişt axa Iraqê ji bin destê çeteyên DAIŞ`ê pêgirî kir.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Fars News`ê, wezîrê parastinê yê Iraqê, Xalid Ubeydî bi daxuyaniyekê ragihand: Opêrasiyonên dijî têrorîstên DAIŞ`ê wê bidomin û Iraqê îsal wê ji bin kontrola çeteyên DAIŞ`ê were rizgarkirin.
Xalid Ubeydî li daxuyaniya xwe her viha ragiahnd: Opêrasiyona leşkerî ya dijî DAIŞ`ê li gorî bernameya pêşîn û di demên diyarkirî da wê bi pêşda herin.
Li daxuyaniya wezîrê parastinê yê Iraqê hatiye ragihandin ku rewşa giştî li navçeyên ku opêrasiyon li dijî DAIŞ`ê pêk tên, dilniyaker e û artêşa Iraqê li halê azadkirina axa Iraqê ji bin lepên koma têrorîst a DAIŞ`ê ye.
Li vî halî wezareta koçberiyê ya Iraqê roja çarşemiyê ragihand ku heta niha zêdetir ji 50 hezar ji malbatên aware yên Iraqê vegeriyane parêzgeha Enbarê.
Hêzên artêş û yên gelanî yên Iraqê di mehên dawî da karîn ku navçeyên cûrbicûr ên parêzgeha Enbarê ji bin dagîrkeriya têrorîstên DAIŞ`ê derxinin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)