ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêgiriya wezîrên berevaniyê yên Îran û Ermenistanê li ser berfirekirina aştî, aramî û ewlehiya mayînde li navçeyê

Vîgen Sirkîsiyan wezîrê berevaniyê yê Komara Ermenistanê ku li ser vexwendina fermî ya serdar sertîp pasdar Hisên Dêhqan wezîrê berevaniyê yê Komara Îslamî ya Îranê şeva buhurî di serê taximeke bilind a berevaniyê da gihîşte Têhranê, sibeha îro piştî pêkanîna merasima pêşwaziya fermî ji wî digel hevtayê xwe yê îranî hevdîtin pêk anî û li bara miajrên duyalî, navçeyî û navneteweyî gotûbêj kir.

Li gorî rapora ISNA`yê, li vê gotûbêjê serdar Dêhqan bal kişande ser mijarên hevpar û peywendiyên çandî û dîrokî yên zêde navbera Îran û Ermenistanê û got: Komara Îslamî ya Îranê hertim li ser nêta baş a cînaretiyê û hebûna baştirîn asta peywendiya digel cînaran pêgirî kiirye û ji bo pêkhatina aştî, aramî û ewlehiya mayînde li navçeyê gellek kêşe derbas kiirne.

Serdar Dêhqan got: Têkoşîna berdewam û bihêz li dijî têrorîsmê û hokarên pêkanîna nearamiyê li navçeyê siyaseta bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê ye.

Wî bi bîr xist: Tevgerên vê dawiyê yên Rêjîma Siyonîst li warê berfirekirina bajaroksaziya li erdên dagirbûyî û binpêkirina qanûn û qiranên navneteweyî ji kiryarên dijî ewlehiyê li navçeyê ne ku gere em bi awayekî giştalî li hemberî wan bisekinin.

Li vê hevdîtinê Vîgen Sirkîsiyan wezîrê berevaniyê yê Komara Ermenistanê jî tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji sefera bo Komara Îslamî ya Îranê bi taybet li rojên Dehroja Fecra Înqilaba Îslamî û salvegera gihîştina Îmam Xumêynî (Rehmeta Xwedê lê be) bo Îranê, got: Em vê roja dîrokî wekî xaleke werçerxanê li dîroka Îranê dizanin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu