Wezîrên berevanîyê yên Îran û Iraqê pêgirî li ser berfirekirina hevkarîyên ewlehî û leşkerî kirin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Iraqê, serleşker Emîr Hatemî wezîrê berevanîyê yê Îranê şeva buhurî li hevdîtina digel Irfan Mehmûd Heyalî wezîrê berevanîyê yê Îranê bi wî re têkildarî rêyên hevkarîyên leşkerî û ewlehîyê di navbera her du welatan de û hevdengîya ji bo xurtkirina ewlehî û istiqrarê li navçê gotûbêj kir.
Li hevdîtina wezîrê berevanîyê yê Îranê û Osman Ganimî serokerkanê artêşa Iraqê jî, Ganimî qedrê Îranê ji ber piştgirîyên locêstîk ji hêzên ewlehîya Iraqê girt û got: Piştgirîyên Komara Islamî ya Îranê bûn sebeb ku DAIŞ li Iraqê di warê leşkerî da têk here.
Serleşker Emîr Hatemî herwiha çû seredana navenda lêzanîna a Bexdayê ku bi awayekî hevpar bi hevkarîya Îran, Iraq, Rûsîye û Sûrîyê va tê birêvebirinê.
Wezîrê berevanîyê yê Îranê herwiha li hevdîtina digel wezîrê karên hundur ê Iraqê û rayedarên din ên pilebilind ên vî welatî serketinên vê dawîyê yên wan li hemberî koma têrorîst a DAIŞ`ê li wan pîroz kir.
General Seid Elaq serokê çiqa lêzanîn a artêşa Iraqê jî li hevdîtina digel Hatemî, yekitîya di navbera Îran, Iraq, Rûsîye û Sûrîyê da “ mînakeke berbiçav a peywendîyên navnetewî, nemaze di warê ewlehîyê û têkoşîna dijî komên têrorîst û tundrê da“ zanî.
Wezîrê berevanîyê yê Îranê roja çarşemê seredana xwe ya durojî bo Iraqê destpê kir û giheşte Bexdayê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)