Pêgiriya Yeketiya Ewrûpa ser rawestandina bajarokçêkirina siyonîstan
Berpirsa siyaseta derve ya Yeketiya Ewrûpayê daxwaza rawestandina bajarokçêkirina Rejîma Siyonîstî li nav axa Filistîniyan kir.
Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, xanima Fêdêrîka Mogirînî berpirsa siyaseta derve ya Yeketiya Ewrûpayê piştî hevdîtina xwe ya duh duşemê tev Mehmûd Ebas serokê Teşkîlata Xweîdareker a Filistînê li Birûksilê destnîşan kir, Bajarokçêkirina Rejîma Siyonîst dijî qayde û qirarên navnetewî û biryarnamên Rêxistiya Netewên Yekgirtî ye.
Fêdêrîka Mogirînî berpirsa siyaseta derve ya Yeketiya Ewrûpayê li dewama gotinên xwe ragihand; Ewrûpa bona domandina gotûbêjên aşitiyê mijûlî axivtina tev Teşkîlata Xweîdareker a Filistînê û Yeketiya Ereban e.
Mehmûd Ebas serokê Teşkîlata Xweîdareker a Filistînê jî li vê hevdîtinê tevî rexneya ji dewama siyaseta bajarokçêkirina Rejîma Siyonîst ragihand ku ev cure siyasetên Rejîma Siyonîst dewama nêhrîna cihêkariyê ye û aşitî û ewlehiya navça Rojhilata Navînê davêje ber xeterê.
Mehmûd Ebas serokê Teşkîlata Xweîdareker a Filistînê li Birûksilê herwisa tev Donald Tosk serokê Konseya Ewrûpayê û Jan Klod Yûnkêr serokê Komîsiyona Ewrûpayê jî hevdîtin pêk anî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)