IraqNûçeRojhilatanavin

Iraqê li nav axa Sûriyê li dijî DAIŞê 1200 êriş pêk anîne

Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihand ku Iraqê li nav axa Sûriyê zêdetirî hezar û 200 car êriş kiriye ser pêgehên leşkerî yên terorîstên DAIŞê.

Wekîlê Wezareta Navxwe ya Iraqê Eqîl Xezelî di civîneke çapemeniyê de got: “Iraqê zêdetirî hezar û 200 êriş kiriye ser pêgehên terorîstên DAIŞê yên li nav axa Sûriyê.”

Eqîl Xezelî di heman demê de pesnê hevahengiya navbera welatên hevbeş ên li navenda danûstandina zanyariyan kir ku zanyariyên îstixbaratî yên bi hûrgilî li ser pêgehên grûpên çekdar pêşkêş dikin.

Berî niha bi armanca şerê li dijî rêxistina terorîstî ya DAIŞê, Rûsya, Sûriye, Iraq û Îran navenda zanyariyan li Bexdayê pêk anîn ku nûnertiya desteya supasalarên her çar welatan li xwe digre.

Karê bingehîn ê wê navendê, berhevkirina şirovekirina rewşa devera Rojhilata Navîn di çarçoveya rûbirûbûna bi DAIŞê re ye, herwiha karê wê ew e ku zanyariyan bide aliyên peywendîdar û desteya supasalarên hêzên çekdarî yên welatên endamên navenda zanyariyan.

Başa dön tuşu