ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê niftê yê Îranê sibê diçe Vîyenê

Bîjen Zengene wezîrê niftê yê Komara Islamî ya Îranê yê sibê jibo pişkdarîya li 171`emîn civîna endamên Sazîya Welatên Bifiroşê Niftê (OPEC) here bajarê Vîyen paytexta Otrîşê.

Li gorî rapora şebekeya ragihandinê ya nift û enerjîyê (SHANA), 171`emîn civîna endamên Sazîya Welatên Bifiroşê Niftê (OPEC) yê li halekî sibê 30`yê Mijdarê were lidarxistin ku endamên vê sazîyê li civîna dawîya Îlonê li Cezayirê jibo kêmkirina asta derxistina niftê heta 32 milyon û 500 hezar bermîlî lihev kirin.

14 endamên OPEC`ê niha 33 milyon û 600 hezar bermîl nift di rojê da derxin ku jibo cihanîna vê lihevkirina li Cezayirê divê milyonek û 100 hezar bermîlî ji vê astê kêm bikin.

Wezîrê niftê yê Îranê roja şemî 26`ê Mijdarê ragihand ku behsa vîya heye ku OPEC dikare lihevkirineke mayinde jibo derxistina niftê û îdarekirina bazarê bidest bixe. Zengene li bara vîya ku ev biryara OPEC`ê yê çi bandorekê li bazara niftê bike, pêkutî kir: Heke endamên vê sazîyê li Vîyenê li hev bikin yê bihaya niftê jorda here û aborîya cehanî jî hewcedarê rewşeke wiha ye.

Xalid Falih wezîrê ênêrjîyê yê Erebistanê jî roja yekşemê pêkutî kir ku Rîyaz li ser helwesta xwe ya li bara lihevkirina Cezayirê ye û got: Lihevkirina têkildarî kêmkirina derxistina niftê yê pêvajoya hevsengîyê li bazarê lezgîn bike.

Li gorî bawerîya karzanan civîna roja 30`yê Mijdarê ya OPEC`ê li Vîyenê yê cinîeke dijwar be û endamên wê bi pêbendîya li lihevkirina Cezayirê û cihanîna wê dikarin bihaya her bermîla niftê bigihînin 50 heta 55 dolarî (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu