CîhanEwropaNûçe

Êrişî nexweşxaneya Guatemalayê kirin: 7 kuştî

Kesên çekdar li Guatemalayê ketin nava nexweşxaneyekê û bi awayê rasthatî gule reşandin. Di êrişê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da.

Dîrektorê Nexweşxaneya Roosevelt a Guatemalayê Carlos Soto di axaftina xwe de ragihand ku êrişkar berê sibehê bi ser nexweşxaneyê de girtin û bi awayê rasthatî gule reşandin, di êrişê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da.

Cîgirê Dîrektorê Nexweşxaneyê Marco Antonio Barrientos jî di axaftina xwe de got: “Di êrişê de yek jê zarok 12 kes jî birîndar bûn. Rewşa zarokê birîndar giran e. Berê çend êrişên wiha li hemberî nexweşxaneyên pêk hatibûn û me ji hikûmetê daxwaz kiribû ku bergiriyên ewlehî bigre.”

Ji aliyê din ve li gorî daxuyaniya Wezareta Navxweyî, sedema êrişa nexweşxaneyê ev e ku êrişkaran armanc kiribû serokê çeteyan ku ji girtîgehê biribûn nexweşxaneyê Anderson Daniel Cabrera Cifuentes rizgar bikin, lê bi ser neketin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu