IraqNûçeRojhilatanavin

Iraq: Ji sedî 40ê budçeya me ji şerê DAIŞê re hatiye veqetandin

Li gorî daxuyaniya Wezareta Plansazî ya Iraqê ku îro eşkere hikûmeta Iraqê ji bo şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê ji sedî 40 pereyê bûdçeya giştî cuda kiriye.

Berdevkê Wezareta Plansazî ya hikûmeta Iraqê Ebdezehre Hîndawî aşkera ragihand ku ew deynên li ser Iraqê ne tenê yê hikûmeta Brîtanya nîne, ji ber deynên banka navnetewî û çend welatên din e jî ew deynane bo wê yekê tên girtin ku kêmkirina budçeya giştî ya salane ya Iraqê pê were tijî kirin û têkeve xizmeta piroseyên avakirina navçeyên azadkirî.

Wekî tê zanîn yek ji pirsgirêkên mezin ê budçeya giştî ya Iraqê daketina nirxê neftê yê di bazarên cîhanê de ye. Lê pirsgirêka sereke şerê rêxistina terorîst a DAIŞê ye ku ji bo xercên wî şerî hikûmeta Iraqê neçare ji sedî 40 budçeya giştî ya Iraqê ji bo wî şerî cuda bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu