FilistînNûçeRojhilatanavin

Pejirîna biryarnama “Alîkariya ji bo gelê Filistînê“ li Rêxistiya Netewên Yekgirtî

Civata Giştî ya Rêxistiya Netewên Yekgirtî duh îniyê pê piraniya dengên xwe biryarnameyeke nû ser navê “ Alîkariya ji bo gelê Filistînê“ pejirand.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Quds`ê, Li biryarnama Civata Giştî ya Rêxistiya Netewên Yekgirtî ku zêde ji 160 welatan dengê erênî danê, ser pêwîstiya gihandina alîkariyên abûrî û civakî yên zêde ji bo gelê Filistînê ji aliyê welat û saziyên navnetewî hatiye sekinîn.

Riyaz Mensûr nûnerê Filistînê li Rêxistiya Netewên Yekgirtî bilî qedrzaniya ji endamên vê saziya navnetewî bona pejirandina vê daxûyaniyê ragihand ku pêwîst e welat û saziyên navnetewî rewşa aloz a jiyana xelkê Filistînê bibînin û alîkariyên zêde bigehînin xelkê Filistînê.

Riyaz Mensûr destnîşan kir; Ji ber ku Rejîma Siyonîstî eva çend dehek in axa filistîniyan dagir kiriye, xelkê Filistînê di rewşekî aloz da ye.

Endamên Civata Giştî ya Rêxistiya Netewên Yekgirtî roja çarşemê jî 8 biryarname li ser piştevaniya ji gelê Filistînê pejirandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu