İslami Davet Kurdi Bange İslami

Pêkanîna 63 peywendiyên karguzariyê navbera Banka Ticareta Îranê û bankên biyanî

Mihemed Îbrahîm Muqedem birêvebirê Banka Ticareta Îranê roja şemiyê bal kişande ser yekemîn salvegera cihanîna Lihevkirina Navokî ya di navebra Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hvepar (15`ê Çileya 2016) û bandora  cihanîna wê li warê ticaret û abora Îranê û her wiha got: Banka Ticaretê di heyama yek sala bihirî da kariye peywendiyên karguzariya çalak digel 63 bankên biyanî li Tirkiye, Alman, Îtalya, Spanya, Franse, Çîn, Otrîş, Rûsiye, Ingilistan, Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat), Bêljîk, Japon, Koreya Başûr, Danmark, Komara Çêkê û Swêdê pêk bîne.

Îbrahîm Muqedem her wiha yek ji destkeftên herî girîng ên Lihevkirina Navokî azadkirina diravên desterserkirî û blokekirî li hesabên Banka Ticaretê li welatên biyanî da zanîn.

Birêvebirê Banka Ticareta Îranê hêvî kir ku heta du mehên tên peywendiyên karguzariyê navbera Banka Ticareta Îranê û 48 bankên din ên nasyar û binavûdeng ên navneteweyî pêk were.

Rakirina boykotên dijî Îranê û berbendên bankî yek ji sozên Koma 5+1`ê li warê Lihevkirina Navokî ya di navebra Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hvepar bûye; Lê bi derbasbûna salekê ji dema cihanîna Lihevkirina Navokî, Amerîka hema wisa li ser riya cihanîna tam a Lihevkirina Navokî ya di navebra Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hvepar astengiyan derdixe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version