Rayedarekî leşkerî yê Sûrîyê ragihand: Agirbesa demkî li devera Hecer ul Eswed li başûra Şamê bi hegera berçavgirtina meseleyên mirovdostîyê hatîye pêkanîn.
Li gorî rapora ajansa nûçan a fermî ya Sûrîyê (SANA NEWS), wî rayedarê leşkerî yê Sûrîyê herwiha got: Bi pêkanîna vê agirbesê ku ji şeva buhurî ve destpê bûye, jin, zarok û kal û pîr ji navça Hecer ul Eswedê derdikevin.
Wî rayedarê leşkerî yê Sûrîyê herwiha got ku agirbesa demkî dê îro kuta bibe û artêşa Sûrîyê piştî wê yê zûka opêrasyona xwe dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê destpê bike.
Hin yekîneyên artêşa Sûrîyê piştî azadkirina Xûteya Rojhilata Şamê opêrasyonek ji bo kutakirina hebûna têrorîstan li başûra Şamê destpê kirin û di encamê de taxên Mazinîye, Qedem, Esalî û Cewrê û gellek pişkên devera Hecer ul Eswedê li başûra Şamê xistin bin kontrola xwe.
Ji hêla din ve Navenda Aştîyê ya Ûrsêtê li Sûrîyê digel hêzên sûrî li deverên rojhilata parêzgeha Humsê ku ji lepên komên têrorîst hatine azadkirinê, cebilxanên tijî çek û rextên welatên endamê NATO`yê û alavên binerdî ji bo çêkirina madeyên teqandinê keşif kirin.
Vê Navendê herwiha basa keşifkirina tonêlên binerdî ku alavên pizişkîyê di wan de hatibûn bicihkirinê û cihên ragirtina sivîlan li vê deverê kir.
Çavkanîyên nûçan ragihandin ku pevçûnên giran di navbera têrorîstên DAIŞ`ê û Artêşa Azad li derdora Derayê li başûra Sûrîyê de derketine ku di encamê de gellek kes ji her du alîyan hatine kuştinê û birîndar bûne.