AborîEfrîqaÎranNûçeRojhilatanavin

Pêkanîna yekem konsirsiyoma şirketên îranî li Kênyayê

Balyozê Îranê li Kênyayê got: Yekem konsêrsiyoma şirketên îranî ji bo zêdekirna danûstandinên aborî li Kênyayê tê damezirandin.

Hadî Ferecvend balyozê Îranê li Kênyayê roja pêncşemiyê li civîneke aboriyê ku li parêzgeha Zencana Îranê hat lidarxistin, got: Îran û sermayedanerên îranî dikarin derfetên heyî li Kênyayê ji bo sermayedanîn û berfirehkirina peywendiyên ticarî bi kar bînin.

Balyozê Îranê li Kênyayê got: Xizmetên têknîkî û endazyariyê yên Îranê heta ji welatê Çînê jî ji bo kênyayiyan erzantir in.

Fercvendî destnîşan kir: Kelûpelên îranî qualîteya wan ji berhemên çînî seratir û bihaya wan jî ji berhemên welatên ewropî kêmtir e û ji ber viya ji bo Kênyayê baştir û sûdewertir in.

Balyozê Îranê li Kênyayê hevrê digel taximeke bazirganiyê ji parêzgeha Nakûriya Kênyayê sefera Zencanê kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu