ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Pêkhatina odeyên hekemiyeta hevpar a bazirganiyê di navbera Îran û Iraqê de

Wezîrê dadweriya Îranê, ji pêkhatina odeyên hekemiyeta hevpar a bazirganiyê di navbera Îran û Iraqê de, agahî da.

Mistefa Pûrmihemedî, wezîrê dadweriya Îranê, roja yekşemiyê li gotûbêja bi IRNA`yê re got: Li gotûbêjên bi Heyder El Zamilî, hevtûşê xwe yê iraqî, li ser pêwîstiya pêkhatina odeyên hekemiyeta hevpar li danûstandinên bazirganiyê yên di navbera her du welatan de, gotûbêj bûye û gengeşeyên destpêkê ji aliyê iraqiyan ve hatiye piştrastkirin û çav li rê ye ku ev ode li dahatiyeka nêz de pêk werin.

Pûrmihemedî ku ligel ayetullah Sadiq Amolî Larîcanî, serokê teşkîlata dadweriya Îranê, çûye Iraqê, bal kişand ser asta peywendiyên bazirganiyê yên di navbera Îran û Iraqê û pêvajoya ber bi jor a van danûstandinan û herwiha ligel wê, zêdebûna danûstandina rêwiyan di navbera du welatan de ku di sala buhurî de zêde ji pênc mîlyon kes bûye û herwiha got: Wisan pêwîst e ku bona çareseriya nakokî û pirsgirêkên di navbera her du aliyan de û bi taybet li beşa peymanên bazirganiyê de, odeya hevpar a hekemiyetê pêk were û axiftinên destpêkê yên di vî warî de cih hatine.

Wezîrê dadweriya Îranê, herwiha ji ziyaretkerên îranî yên Erbeîna Hisênî xwest ku bêyî vîze derbasî Iraqê nebin û seredana vî welatî nekin.

Pûrmihemedî, bal kişand ser qanûnên pirr dijwar ên dadweriyê li bara ketina neqanûnî ya nava axa Iraqê û destnîşan kir: Di vî warî de hikmên pirr giran li vî welatî hene.

Ayetullah Amolî Larîcanî, berêvariya şemiyê li serokatiya taximeka payebilind a dadweriyê, çû bexdayê û roja yekşemiyê ji bilî hevdîtina tev Midhet Mehmûd, serokê Konseya Bilind a Dadweriya Iraqê, li civîna rayedarên dadweriyê yên du welatan, başdar bû.

Li dema sefera ayetullah Amolî Larîcanî bo Iraqê, her du welat, roja yekşemiyê hevhatinnameyeka hevkariyên dadweriyê, îmze kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu