ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Erebistan ji Rejîma Siyonîstî firokên bê firokevan dikire

Bingehên nûçan eşkera kirine ku Erebistanê ji Rejîma Siyonîstî firokên bê firokevan û çek û sîlahn din kiriye.

Li gor rapora telivîzyona Al-Alamê, Karzanekî siyasî yê erebistanî ser navê Muctehid li torên civakî eşkera kiriye ku Erebistanê bi navcîtiya Afrîqaya Başûrî ji Rejîma Siyonîstî firokên bê firokevan û çek û sîlahn din kiriye û li vê barê dinavbera Telavîv û Riyazê çend peymannamên eskerî hatine îmzakirin.

Muctehid bal kişandiye ser viya ku bingehên erebistanî raporek li bara çêkirina karistana firokên bê firokevan li Afrîqaya Başûrî belav kiriye ragihand ku ev rapora bona xapandina bîrûraya giştî hatiye belavkirin û ya rast evaye ku Erebistan pê belavkirina van raporan dixwaze rastiyan veşêre û wisa nîşan bide ku Riyaz ji Afrîqaya başûrî firokên bê firokevan dikire li halê ku gor belgeyên heyî Erebistanê hinek firokên bê firokevan ji Rejîma Siyonîst kirîne û erzişa vê danûistandinê jî 400 milyon dolar e.

Vî karzanê siyasî yê erebistanî eşkera kir ku Muhemmed Bin Selman alîkarê welîehdê Erebistanê û wezîrê berevaniya vî welatî pê vê peymannama kirîna çekan ji Rejîma Siyonîst xelk xapandiye û derheq xelkê Erebistanê xeyanet kiriye ji ber ku xêr û qazanc gihandiye Rejîma Siyonîst.

Li mehên bihurî Erebistanê çi raste rast û çi jî neraste rast peywendiyên zav tev rejîma Siyonîstî hebûye.

Tirkî Fêysel serokê berê yê saziya istixbaratî ya Erebistanê jî mudehek berî niha li Waşîngtonê pişkdariya gotûbêjek tev Yeqûb Emîdor mişêwirê berê yê ewlehiya hundirî yê Îsrayîlê kir û wan bi hevra li bara rewşa navçê û peywendiyên navbera Riyaz û Telavîvê gotûbêj kirin.

Erebistan wekî welatekî islamî û mazovanê nivîsgeha Saziya Hevkariyên Islamî li van salên vê dûmahîkê, bi caran siyasetên dijî islamê berçav girtiye û alîkariyên zav daye Rejîma Siyonîst. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu