CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Wezareta karên derve ya Îranê bi daxûyaniyekê biryara dewleta Trump ya danîna sînoran li ser riya sefera bo vî welatî, bêhurmetiyeke eşkere li cîhana îslamê û gelê Îranê da zanîn

Wezareta karên derve ya Îranê roja şemiyê li vê daxûyaniyê ragihand: Biryara dewleta Amerîkayê ya danîna sînoran li ser riya sefera misilmanan bo Amerîkayê bi îdiaya têkoşîna li dijî têrorîsmê û parastina ewlehiya gelê Amerîkayê wek xelatek bo kesên zêdegav û piştgirên wan dê li dîrokê were tomarkirin.

Wezareta karlên derve ya Îranê li daxûyaniya xwe aniye: Di rewşa ku cîhan hewcedara gotûbêja ji bo sekinîna bingehîn li hemberî tundî û zêdegaviyê ye û di dema ku Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşniyara Îranê ji bo beşdariya cîhanî li dijî tundî û têrorîsmê pesend kiirye, karê xav û nepijyayî yê Amerîkayê bi sepandina cihêkariya komkî li dijî welatiyên welatên îslamî, rewşê ji bo bikaranîna neçê li warê belavkirina tundî û zêdexwaziyê dabîn dike.

Li vê daxûyaniyê hatiye: Biryara dewleta Amerîkayê li dijî gelê Îranê û bêhurmetiya eşkere li wî bêbingehbûna îdiayên kevn ên Amerîkayê li bara dostiya digel gelê Îranê nîşan daye û nîşana kînajotina komkî li hakimiyeta Amerîakyê li dijî hemî îraniyan li seranserî cîhanê ye.

Wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir: Gelê Îranê bi palpiştiya şaristaiyeteke kevn û deb û rismên tijî ji hîndekariyên mirovahiyê, hertim banga danûstandina kêrhatî û berxwedana li hemberî serdestîxwazî, zêdegavî û tundiyê bilind kirine; Gelê berxwedêr ku li hemberî têrorîstan sekiniye û ji yekem goriyên têrorîsma birêxistinkirî bûye.

Wezareta karên derve ya Îranê li vê daxûyaniyê destnîşan kiriye: Gelê Îranê ne tenê li ti yek ji opêrasiyonên komên têrorîst amade nebûye, belki li hemî civakên ku têda wek zanyar, xwendekar, bazirgan, koçber û geştyar sefer kiriye, wekî yek ji komên etnîkî û qewmî yên herî qanûnmend, serketî û têgihîştî hatiye naskirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu