ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêkutiya Îran û Çînê li ser muzakirên siyasî bo çareserkirina qeyrana Sûriyê

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Şîyê Şîyao Yan ku vê dawiyê wek nunerê dewleta Çînê bo şopandina dosiya Sûriyê hatiye bijartin, li hevdîtina tev Hisên Emîrevdilahiyani pêkutî kir: Mesela Sûriyê zef lihevaliyayî ye û peydakirina rêçareyeke bingehîn di vî warî da hewcedarê siyaseta sebir û hêvîdariyê li bara encamên muzakirên siyasî ye.

Şîyê Şîyao Yan kifşkirina pêşeroja Sûriyê, amadekirina destûra bingehîn û hilbijartina serokomari bi viyana gelê Sûriyê va girêdayî zanî û got: Nabe tu hêzeke derveyî li van mijarana destwerdanê bike, divê bihêlin ku gelê Sûriyê bi xwe biryarê bide. Hisên Emîrevdilahiyan, alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê jî li vê hevdîtinê li ser lihevalîyayîbûn û têkiliya nêzîk a komên çekdar ên neyar ên sûrî ligel komên têrorîst ên DAIŞ û Cebhetunusrê sekinî û got: Amerîkiyan jî îtraf kirine ku cidakirina komên têrorîst ji komên çekdar ên din, karekî zehmet e.

Emîrevdilahiyani got: Li gorî rêketinama li civîna Koma Navnetewî ya Piştgiriya ji Sûriyê, biryar hat dayînê ku hevgavê muzakirên siyasî, têkoşîna li hemberî têrorîsmê jî bi awayekî cidî destpê bibe lê, mixabin em dibînin pêngaveke cidî ya cîhanî li warê têkoşîna dijî têrorîsmê nayê rakirin.

Her du aliyan piştgirî dan hewldanên nunerê serokê giştî yê NY li karên Sûriyê jibo peydakirina rêbazeke siyasî bo qeyrana vî welatî û li ser pêwîstiya têkoşîna cidî li hemberî têrorîsmê li Sûriyê sekinîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu