NûçeRojhilatanavin

Pêkutiya Îran û New Zêlandê ser berfirekirina peywendiyan

Wezîrên karên derve yên Komara Islamiya Îranê û New Zêlandêli ser berfirekirina peywendiyên her du welatan sekinîn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê îro li hevdîtina tev Morî Mek Kalî ( Murray MCCULLY) wezîrê karên derve yê New Zêlandê li bajarê Wilîngton, paytexta vî welatî, li bara hevkariya her du welatan li warên curbicur gotûbêj pêk anî.

Zerîfi serdana sala buhurî ya wezîrê karên derve yê new Zêlandê bo Têhranê bibîr xist û ji serdana dubare ya wî bo Têhranê pêşwazî kir.

wezîrê karên derve yê Îranê ku li qonaxa pêncem a serdana xwe ya welatên başûr û rojhilata Asiya û Oqyanûsiyê derbasî New Zêlandê bû. Biryar e ku wezîrê karên derve yê Îranê bi serokwezîr û wezîrê aboriya vî welatî ra jî hevdîtin û gotûbêjê bike.

Zerîf berî serdana xwe ya New Zêlandê, serdana Endonêzî, Sengapûr, Bironêî û Taylendê kir ûbi rayedarên van welatana ra li bara berfirekirina hevkariyên dualî gotûbêj pêk anî.

Wezîrê karên derve yê Îranê li serdana xwe ya Cakarta paytexta Endonêziyê, li civîna awarte ya Saziya hevkariya Islamî ya têkildarî meseleya Filistînê û li Bankoka paytexta Taylendê li civîna wezîrên karên derve yên welatên endamê Civata Gotûbêja Hevkariya Asiyayê pişkdarî kir.

Biryar e ku wezîrê karên derve yê Îranê piştî New Zêlandê serdana Australiyayê bike. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu