NûçeRojhilatanavinSûriye

Şerên giran di navbera HSDê û DAIŞê de: 45 kuştî

Şervanên Hêza Sûriya Demokratîk (HSD) di çarçoveya operasyona Bagera Cizîrê de gihîştin bajarokê Hecînê û ji aliyê din ve li herêma Dêra Zorê gundê Sineydeyê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê dexistin. Di şer û pevçûnên giran di navbera van du grûpan de zêdetirî 45 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Operasyona Bagera Cizîrê di roja xwe ya 110emîn de ji aliyê şervanên Hêza Sûriya Demokratîk (HSD) bi hemû hêz û dijwariya xwe didome. Şervan gihîştin bajarokê Hecîn ku ketiye 25 kîlometrya bakurê Bû Kemalê ku li vê deverê de zêde ji 15 terorîst hatin kuştin. Herwiha li çarçova van şeran de HSDê li herêma Dêra Zorê gundê Sineydeyê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê derxist û di van şer û pevçûnan de jî zêdetirî 30 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, li bajarokê Hecînê di navbera şervanên HSDê û terorîstên DAIŞê de şer û pevçûnên giran qewîm. Van çavkaniyan ragihandin ku heta niha li vî şerî de15 terorîstên DAIŞî hatine kuştin û wesayît û motorsikleteke wan jî hatine îmhakirin.

Duh jî çavkaniyên hanê diyar kiribûn ku operasyona Bagera Cizîrê ya şervanên HSDê li başûrê rojhilatê bajarê Meyadînê bi giranî berdewam kir ku di encama vê operasiyonê de gundê Sineydeyê ku dikeve 30 kîlometriya başûrê rojhilatê Meyadînê hatibû azadkirin û di encama van şer û pevçûnên giran jî  zêde ji 30 terorîstên DAIŞê hatin kuştin û wesayîteke çekhilgir a wan jî hat îmhakirin.

HSDê li bara kuştî û birîndarbûna hêzên xwe hîn ti agahiyek nedaye.

Başa dön tuşu