ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Pêkutîya nunerê rêberê giranqedir ê Cihana Islamî li Iraqê li ser pêwîstîya tifaqa misilmanan

Nunerê rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî li Iraqê li ser pêwîstîya tifaqa misilmanan sekinî.

Ayetulah seyîd Micteba Hisênî nunerê rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî li Iraqê li Konfiransa Tifaqa Islamî ku li bajarê Beiqûbê navenda parêzgeha Dîyalê hat lidarxistinê, yêktîya qewm û mezhebên li bajarê Beiqûbê li heberî têrorîstan mînakek ji aştî û dostîya misilmanên iraqî binav kir.

Xalid Mela serokê Desteya Alimên Dînî ya Iraqê jî li vê konfiransê, rola welatên rojavayî nemaze Amerîka û Birîtanîyayê li birêxistina bêtifaqîyê di navbera misilmanan da pirsgirêkeke mezin zanî û xwest ku misilmanên cihanê bibin yek.

Îro duşem 12`ê meha Rebûolewelê, hevgavê 12`ê Kanûnê li gorî riwayetekê salroja jidêbûna hezretê Mihemed (S) pêxemberê hêja yê islamê û destpêka Hefteya Tifaqê ye.

Birayên dînî ehli sune 12`ê meha Rebûolewelê û şîe jî 17`ê vê mehê salroja jidêbûna resûlê ekrem (S) dizanin.

Hezretê îmam Xumêynî (RE) xîmdanerê Komara Islamî ya Îranê ku xwe yek ji wan kesan bû ku li cehana islamê bangewazîya tifaqê dikir, ji vê meseleyê jibo yêketî û lihevnêzîkbûna komên islamî sûd wergirt û navbera van du rojan (12 heta 17 Rebûolewelê) wekî Hefteya Tifaqê binav kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu