ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêkutîya rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî li ser şopandina mafên binpêbûyî yên gelê Îranê

Rêberê giraqnedir ê Inqilaba Islamîya Îranê çalaktirbûna dezgeha dawerîyê li warê şopandina meseleyên navnetewî ji hêla hiqûqê va pêwîst zanî û li ser şopandina mafên binpêbûyî yên gelê Îranê ji ber boykotan sekinî.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya nivîsgha rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî, hezretê ayetulah ozma Xaminêyî duh danê êvarê li hevdîtina ligel serok û berpirsên dezgeha dadwerîyê, bal kişande ser hikmê dadgehên amerîkî li warê zevtkirina daraîyên gelê Îranê bi hecetên pûç û buxtanan û bibîr xist ku binpêkirina mafên gelê Îranê bi saya boykotan, rastîyek e ku divê li asta cehanê ji hêla dadwerîyê va bê şopandinê.

Wî her wiha li bara “ şopandina mafên bi hezaran gorîyên têrorîsmê li Îranê“, “ dozvekirina dijî dewletên piştgirê van kujerana“ û “berevanîya hiqûqî ji kesayetîyên mezlûm ên misilman li seranserê cehanê“ temî da berpirsên dadwerîyê.

Hezretê ayetulah Xaminêyî vejîyandina mafên mirovan ên islamî li asta cehanê, erkek din a dezgeha dadwerîyê zanî û bibîr xist ku mafên mirovan ên ku welatên rojavayî behsa wan dikin, ser bingeheke çewt hatine darêştin û pêwîst e ku mafên mirovan ên islamî ser bingehên qahîm û maqûl di nav raya giştî ya cehanê û civatên hiqûqê da bên ravekirin û şopandinê.

Rêberê giranqedir ê Inqilabê “ragihandina fermî ya çavgirtina NY ser cinayeta li Yemenê û zarokkujîya li vî welatî li berdêla wergirtina dirêf ji hin welatan“ sedema şermê jibo mirovantîyê zanî û got: Ev riswatî û rezalet, li dijî mafên rastî yên mirovan e û divê li asta cehanê di vî warî da ji hêla hiqûq û dadwerîyê va kar bê kirin.

Rêberê giranqedir ê Inqilabê her wiha bal kişand ser nêzîkbûna Roja Cehanî ya Qudsê û pêkutî kir ku bi saya kerema ilahî roja îniyê, careka din qêrîna yekgirtî ya berevanîya ji gelê mezlûm ê Filistînê yê li seranserê Îranê û cehana islamê bilind bibe û ometa islamê yê erka girîng a berevanîya ji mezlûman cih bîne (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu