ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêkutiya Rûhanî li ser qahîmkirina peywendiyên Têhran- Bakûyê

Serokê Komara Islamiya Îranê li hevdîtina tev serokomarê Azerbaycanê li ser qahîm û berfirekirina giştalî ya peywendî û hevkariyên Têhran-Bakûyê sekinî.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB News`ê, Hesen Rûhanî serokomarê Îranê şeva buhurî li hevdîtina ligel Ilham Eliyof serokomarê Azerbaycanê ku li rex civîna serokên welatên endamê Saziya Hevkariya Islamî li Istenbolê pêk hat, hêvî kir: Bi saya hewldana zêdetir a berpirsên her du welatan em bibînin ku hevkariyên dualî, navçeyî û navnetewî di navbera Îranê û Azerbaycanê da berfire bibin.

Rûhanî her wiha li ser hewldana jibo cihanîna rêkeitnamên navbera her du welatan û danîna bingeheke guncav jibo hevkarî û çalakbûna pêşesazan û beşên sivîl ên her du welatan sekinî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu