ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêkutiya serokwezîrê Hindûstanê ser pêwîstiya berfirekirina peywendiyên ligel Îranê

Serokwezîrê Hindûstanê, xwest ku peywendiyên vî welatî ligel Komara Islamiya Îranê li hemî waran nemaze li warê aboriyê bên berfirekirin.

Li gorî rapora nûçegihanê Sahar TV , Narêndra Modî serokwezîrê Hindûstanê şeva buhurî piştî giheşte Têhranê li nivîsarekê ku bi riya Tiwîtera xwe belav kir, hêvî kir ku ev serdana qonaxeke nû li peywendiyên Îran û Hindûstanê be ta ku her du welat bikaribin di çarçova van têkiliyana, hevkariyên aborî berfire bikin.

Serokwezîrê Hindûstanê pêkutî kir ku têkiliyên çand û şaristaniyetê yên Îran û Hindûstanê, zemîneya berfirekirina peywendiyên her du welatan pêk anîne.

Serokwezîrê Hindûstanê, duh danê êvarê ligel taximeke derecebilind a siyasî, aborî û çandî giheşte Têhranê. Li vê serdanê yê çend belgeyên hevkariyê di navbera Têhran û Dêhliya Nû da pirranî li warên aborî, sermayedanîn, ticaret, tranzît û berfirekirina benderan, çandî û zanistî bên wajokirin.(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu