AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Îran û Azerbaycanê 2 liyêkgiheştinameyên hevkarîyê wajo kirin

Komara Islamî ya Îranê û Komara Azerbaycanê li serdana Ilham Alîyêv serokomarê Azerbaycanê ya Têhranê, 2 liyêkgiheştinmeyên hevkarîyê bi merema berfirekirina hevkarîyên dualî îmza kirin.

Li dawîya civîna hevpar a desteyên pilebilind ên Îran û Komara Azerbaycanê û bi amadebûna Hesen Rûhanî û Ilham Elîyêv serokomarên her du welatan li Têhranê, 2 liyêkgiheştinameyên hevkarîya Navenda Têkoşîna li hemberî Dirafşûtinê û lêzanînên darayîyê ya Komara Islamî ya Îranê û Odeya Çavdêrîya ser Bazarên Malî yên Komara Azernaycanê li warê hevkarîya bo girtina pêşîya sûcan û dabînkirina dirêf jibo komên têrorîst û hevkarîya şîrketên rêyên hesin ên her du welatan hatin wajokirinê.

Ilham Elîyêv serokomarê Azerbaycanê îro giheşte Têhranê û ji hêla Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê va bi awayekî fermî li koşka Seidabadê hat pêşwazîkirinê.

Serdana îro ya Ilham Elîyêv bo Têhranê, sêyemîn serdana wî ya fermî mideha salên vê dawîyê bo Îranê ye.

Rayedarên Îran û Komara Azerbaycanê mideha salên buhurî da zêde ji 120 belgeyên girîng ên hevkarîyê wajo kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu