ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêkutîya Zerîf li ser danûistandina ticarî ya zêdetir a Japonê bi Îranê ra

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Japon dikare li danûistandina aborîyê ya ligel Îranê li warên curbicur zêdetir pişkdar be.

Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê vê sibê li hevdîtina ligel Hîroşîgê Sêko wezîrê aborî, ticaret û pêşeya Japonê li bajarê Tokyoyê got ku rabhorîya peywendîyên zêde ji hezar salî yên gelên Îran û Japonê dikare bibe bingeha hevkarîyên berfiretir ên her du welatan di hemî waran da.

Hîroşîgê Sêko wezîrê aborî, ticaret û pêşeya Japonê jî di vê hevdîtinê da bal kişand ser şîyan û potansîleyên Îranê û got ku Îran welatê mezin ê navçê ye û roleke girîng li istiqrara navçê heye û Japon pişta vê mijarê digire.

Wezîrê karên derve yê Îranê sêşemê jibo hevdîtin û gotûbêja ligel rayedarên derecebilin ên japonî derbasî vî welatî bû.

Zerfî bi serokwezîr, wezîrê karên derve, serokê sazîya pêşxistina ticaretê, alîkarê wezîrê karên derve li parlimanê û endamên desteya dostîya parlimanî ya partîya desthilatdar a Lîbêral-Dêmokirat a Japonê ra hevdîtin û gotûbêj pêk anîye.

Serdana wezîrê karên derve yê Îranê bo Japonê yê kuta be. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu