NûçeRojhilatanavin

Pêla koçberiyê didome: 5 hezar û 600 penaber hatin rizgarkirin

Pêla koçberiyê ber bi welatê ewropa ve didome, tenê duhî 5 hezar û 600 penaber ji Deryaya Spî ji xeniqandinê hatin rizgarkirin.
Li gorî zanyariyên berdest, di operasyonên duhî tenê de zêdeyî 5 hezar 600 penaber hatine rizgarkirin. Yekîneyên ewlekariya peravên Îtalyayê dan xuyakirin ku ji penaberên li peravên Lîbyayê bi 39 kelek û botan bi rê ketin, yekî jiyana xwe ji dest daye. Rayedaran gotin, li van kelek û botan bi qasî 5 hezar 600 penaber hatine rizgarkirin. Saziyên alîkariyê yên mîna Rêxistina Bijîşkên Sînornenas (MSF), Save the Chîldren, SOS Medîterrannee (Derya Spî), Proactîva Open Arms û Sea-Eye jî destek dan operasyonên rizgarkirinê. Di 3ê Cotmeha 2013an de li nêzî Girava Lampedûsa ya Îtalyayê keştiyek noqî binê avê bibû û bi sedan penaber li Derya Spî xeniqî bûn. Di vê karesata mezin de 366 cenazeyên penaberan ji nava avê hatibûn derxistin. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di nava 3 salên di ser vê bûyera li Lampedûsa re derbas bûn, herî kêm 11 hezar 400 penaberên din li Derya Spî jiyana xwe ji dest dan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu