IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Operasiyona azadkirina Mûsilê gihêştiye qunaxên xwe yên kutahiyê

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê êvara sêşemê li Press konferansekê li Bexdayê got: Hêzên iraqî çi li şerên berê dijî terorîstên DAIŞ`ê li parêzgehên Diyale, Enbar û Selahedînê û çi li operasiyona niha ya azadkirina Mûsilê dersek dane terorîstên DAIŞ`ê ku ewna qet ji bîr nakin.

Ebadî destnîşan kir; Niha hêzên iraqî hemû hêza xwe bikar digirin ta ku navçên azadbûyî ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bikin.

Serokwezîrê Iraqê herwisa ragihand; Xebata digel gendeliyê û kokbirkirina gendeliyê li nav welêt ji pilanên piştî operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê ye.

Ebadî herwisa ji sefera xwe ya bo Amerîka li kutahiya meha Adarê xeber da û got: Li vê seferê tev karbidestên Amerîka dê li bara babetên ewlehiyê û abûrî dê axivtin bê kirin.

Wî li bara sefera vê dûmahîkê ya taximek ji wezareta karên derve yê Iraqê bo Erebistanê jî got: Ev taxima ser deweta Erebistanê çûye Riyazê û hedefa vê seferê jî berfirehkirina hevkariyên abûrî dinavbera du welatan bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu