CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Pelosî: Amerîka naxwaze bi Îranê re şer bike

Seroka Meclîsa Nûnerên Amerîkayê (Kongre) tevî rexneya ji derketina serokomarê vî wlatî ji Lihevkirina Atomî got: Teqez Azmerîka naxwaze bi Îranê re şer bike.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Nansî Plosî (Nancy Pelosi), Seroka Meclîsa Nûnerên Amerîkayê (Kongre) roja Yekşemiyê di hevpeyivîna bi CNNê re got: Teqez Waşîngtonê tu meyl û meraqek jibo şerê tev Îranê an pêkanîna kiryarên handêr di rewşa ku renge bibe sedema bersiv an şaşitiyê, tune.

Seroka Meclîsa Nûnerên Amerîkayê (Kongre) derketina Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê ji Lihevkirina Atomî dûr ji her cûre mentiq û sedemên dîplmatîk da zanîn û got: Gellek ji karzanên ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê, Lihevkirina Atomî piştrast kirine û pişta wê digirin.

Başa dön tuşu