CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Pênaseya siyasetên Amerîkayê bi nêrîna rêberê giranqedr ê cihana îslâmi

Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî roja sêşemiyê li hevdîtina digel fermandar û xebatkarên hêza hewayî û Biryargeha Pedafenda hewayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser gotinên vê dawiyê yên serokomarê Amerîkayê li bara pêwîstiya sipasiya Îranê ji dewleta pêşîn a Amerîkayê û got: Serokomarê teze yê Amerîkayê bi gotin û karên xwe rastiya gotinên 38 salî yên Îranê li bara fesadiya giştalî ya desthilatdariya Amerîkayê selimandiye.

Li vê hevdîtinê ku li salvegera peymangirêdana dîrokî ya Homaferên hêza hewayî ya artêşa Îranê digel hezretê îmam Xumêynî (Rehmeta Xwedê lê be) ( dir oja 8`ê Sibata 1979`an) pêk hat, rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî careke din ev rastî bi bîr xist ku pêbawerîanîna bi şeytanan û hêvîgirêdanan li kesên ku li dijî pergal û hakimiyeta îslamê ne, şaşitiyeke mezin e.

Gelê Îranê di heyama nêzikî şar dehsalan ku ji serketina Înqilaba Îslamî derbas dibe ti wextê çaverêtiya reftareke rastîn ji ji Amerîkayê tinebûye. Ev sêwirandin ku cihêtiyek di navbera reftara Obama an her serokomarekî din ê Amerîkayê li bara Îranê hebûye, sêwirandineke Batil û şaş e û gotineke viha tenê dikare nîşana bêagahiya li bara pênaseya rastîn a Amerîkayê be; Trump bi vê edebiyatê nîşan da ku têgihîştineke rastbînane ji berborî û niha ya Amerîka û Îranê tine.

Îranê di dema ku Obama mistê hesinî yê Amerîkayê – li gorî gotina rêberê giranqedr ê Înqilabê – li bin lepikeke mexmelî veşartibû û qala guhertinan dikir, ji bihîstina van gotinan gellek şa nebû ku roja îro li gorî gumana Trump hesreta rojên derbasbûyî bixwu; Yan ji viya ku Obama bi Îranê ra bi nermî reftar kir, sipasiyê bike. Eger Trump hinek li berboriyê binêre, dê bibîne ku Obama ne tenê bi Îranê ra bi nermî tevnegeriya; belki her tiştê ku ji destê wî hat kir da ku prensîb û hitbara Amerîkayê biparêze û hertim bi bîr xist ku hemî bijardeyên Amerîkayê li ser maseyê ne. Obama heta di dawîn rojên xebata xwe li Koşka Sipî bi dirêjkirina boykotan û wajokirina qanûna dewama Rewşa Awarte li bara Îranê nîşan da ku hemî rê ji bo Trump vekirî hiştine da ku dijminatiya digel Îranê bajo. Di rastiyê da Obama mîratdarê Corc Boş bû û mîrateya xwe ji bo Trump bi cî hişt.

Bi siyasetên dijminane yên Corc Boş gellek tawanên nerewa li dijî Îranê hatin hilêxistin. Barak Obama jî ku bi dirûşmeya guhertinê pê li Koşka Sipî danî, tenê li xwe mukur hat ku Amerîkayê derheq Îranê gellek şaşitî kirine û qala hebûna destê Amerîkayê di darbeya dijî dewleta qanûnî ya Mosediq di sala 1953`an heta piştgiriya ji Sedam li şerê sepandî yê Iraqê dijî Îranê kir. Obama dema ku dixwest ku Lihevkirinnameya Navokî ya di navbera Îran ê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar wajo bike got ku eger wî bikariya dê çalakiyên navokî yên Îranê ji kokê va ji holê rabirira. Lê Obama di dawî da gihîşte vê encamê ku Lihevkirnameya Navokî îmze bike da ku hitbar û prensîba wî zêdetir xera nebe. Renge Trump bixwaze nêrîn û stratijiyeke cihê li bara hin mijaran ji wan Lihevkirina Navokî bigire ber xwe; Lê teqez stratijiyeke viha dê xercên xwe yên duyalî hebin.

Ji ber ku bi bawera Îranê xûya ye ku Amerîkaya Trump heman Amerîkaya di heyama 38 salên buhurî da ye. Amerîkayê ji bilî dijminatiya digel Îranê karekî din nekiriye û her yek ji du partiyên ku li ser desthilatê bûne hertim li bereya dijminatiya digel Îranê bûne. Lewma li gorî pênaseya siyaset û armancên Amerîkayê li bara Îranê, bi nêrîna gelê Îranê tu cihêtiyek nava Obama û Trump da tine. Komara Îslamî ya Îranê bêyî berçavgirtina viya ku kîjan partiyê li Amerîkayê serdest e, siyaseta xwe ya bingehîn didomîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu