NûçeRojhilatanavinSûriye

Hejmara kuştiyên ji ber êrişên hevalbendiya amerîkî li Sûriyê gihîşte zêde ji 50 kesan

Di encama êrişên balafirên cengê yên hevalbendiya amerîkî ser bajarê Bûkemalê li parêzgeha Dêrezorê ya Sûriyê li ser sînorê Iraqê de, zêde ji 50 kesên sivîl ji wan jin û zarokên sûrî hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Hêzên Hevalbendiya qaşo Dijî terorîsmê ya bi serokatiya Amerîkayê, ji Tîrmeha sala 2014`an, bêyî îzna dewleta Sûriyê û Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) û bi mihaneya şerrê dijî terorîstên DAIŞ`ê, êrişên xwe yên hewayî li Sûriyê destpê kirine ku heya niha di encama van êrişan de bi dehan kes ji welatiyên bêsûc ên sûrî hatine kuştin û yan jî birîndr bûne.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a FARS`ê, balafirên cengê yên hevalbendiya amerîkî, sibeha îro (îniyê) nacçeyên sivîl ên xelktêde li El Bxûz a serê û Sewsê li dorhêla Bûkemalê li dorhêla rojhilat a parêzgeha Dêrezorê dan ber bombeyan ku heya niha ji ber van êrişan 53 kesên sivîl ên sûrî hatine kuştin.

Çavkaniyên nexweşxaneyî yên Sûriyê ragihandin: Rewşa hin birîndaran xedar e û muhtemel e hejmara kuştiyan zêde jî bibe.

Berî niha jî balafirên cengê yên Amerîkayê li 11`ê Hezîranê, dibistanekê li Hesekê li bakûra Sûriyê dabûn ber bombeyan ku di encama wê de 18 kesên sivîl hatin kuştin.

Başa dön tuşu