AsyaCîhanNûçe

Pênc welatan der barê Tirkiyeyê hişyarî dan welatiyên xwe

Piştî erîşa li Stenbolê, Amerîka, Berîtanya, Australya, Otrîş û Swêdê welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê hişyar kirin.

Li gor rapora Kurdpress`ê, Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li Stenbolê êrîş pêk hatiye û gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Divê welatiyên amerîkî nêzikê cihê bûyerê nebin û ji navendên geştiyariyê dûr bikevin.

Brîtanya û Australyayê jî hişyarî dan û ji welatiyên xwe xwestin têkildarî serdana Tirkiyê baldar bibin. Ji ber êrişên terorê ji cih û warên qerebalix dûr bikevin.

Her wiha hikûmeta Otrîşê û Wezareta Karên Derve ya Swêdê jî hişyarî da welatiyên xwe yên li Stenbolê û ji wan xwest ku heke gellekî pêwîst nebe dernekevin û bûyeran bişopînin.

Li bajarê Stenbolê, êrişeke çekdarî û xwekujîyê li klûba şevê ya Reinayê pêk hat û di encamê de 39 kesan jiyana xwe ji dest dan û 69 kes jî birîndar bûn, 16 ji kuştiyan welatiyên biyanî bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu