Pêngava çaran a kêmkirina sozên navokî yên Îranê hat rakirinê
![](https://bangeislami.net/wp-content/uploads/2019/11/4bsnb84462d8a21j551_800C450.jpg)
Pêngava çaran a kêmkirina sozên navokî yên Îranê îro li navenda navokî ya Fordoyê hat rakirinê.
Sazîya Ênêrjîya Atomî ya Îranê di daxûyanîyekê de ragihand: Di çarçova cihanîna fermana Serokê Komara islamî ya Îranê û Civata Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê de îro depoya(sîlendir) 2800 kîlogiramî ku bi nêzî 2 hezar kîlogiram gaza Hêgza Filorayda Oranyomê (UF6) hatîye tijîkirinê di bin çavdêrîya lêgerên Ajansa Navnetewî ya Ênêrjîya Atomî de li navenda navokî ya Fordoyê hat bicihkirin û bikaranînê.
Serokê Komara islamî ya Îranê duh bi ragihandina rakirina pêngava çaran a kêmkirina sozên navokî yên Îranê got: Hemî alîyên Rêkeitnama Atomî divê bizanibin ku Îran nikare bi awayekî yekalî pêbendê Rêketinama Atomî be.