ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Pêngava Îran û Iraqê jibo îmzekirina hevhatinama hevkariyê di warê nift û gazê de

Civîna destpêkê ya amadekirina reşnivîsa hevkariya di warê nift û gazê de di navbera wezaretxanên nift û gaza Îran û Iraqê de li Bexdayê hat li darxistin.

Li gorî raporên medya Iraqê, Hamid Yûnis, cîgirê wezareta niftê li karûbarên pêşeyên Iraqê, di vî warî de: Civîna berpirsên wezaretxanên nifta Îran û Iraqê li çarçoveya xurtkirina peywendiyên dualî yên di navbera du welatên cînar de û berfirekirina hevkariyên di navbera Têhran û Bexdayê de tê li darxistin.

Wî herwiha rave kir: Armanca van civînan, amadekirina reşnivîsa hevhatinama destpêkê ye ku çavlirê ye ji aliyê wezîrên niftê li Iraq û Îranê, di mideha çend rojên tê de îmze bibe.

Li gorî gotina Yûnis, ev hevhatinnameya, dosiyeya meydanên hevpar ên sînorî û şandina gazê ji Îranê bo Iraqê û hevkariya di warê kolandin û bîr, teknolojî, danûstandina bazirganiyê û peydakirina niftê û cihanîna planên hevpar ên li pişka nift û gazê digire ber xwe.

Li gorî vê raporê, Emîr Hisên Zemanî Niya, alîkarê karûbarên navneteweyî yê wezîrê nifta Îranê jî di vê civînê de li ser heza welatê me jibo berfirehkirina hevkariyên dualî yên di warê nift û gazê û planên piştevaniyê sekinî.

Zemanî Niya got: Îran amade ye ku hemî hewcetiyên Iraqê bo gazê dabîn bike û hin asoyên berfireh ji planên hevkariyê hene ku mirov dikare wan di navbera her du welatan de çalak bike û pêşda bibe (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu