IraqNûçeRojhilatanavin

Hêza hewayiya Iraqê 21 kes ji çeteyên têrorîst ên DAIŞ`ê li êrîşên hewayî li ser şaristana Til Eferê li bakurê vî welatî kuştin

Hêza hewayiya Iraqê 21 kes ji çeteyên têrorîst ên DAIŞ`ê li êrîşên hewayî li ser şaristana Til Eferê li bakurê vî welatî kuştin û şeş erebeyên wan ên leşkerî jî ji nav birin.

Hêzên iraqî êrîşa komeke çeteyên DAIŞ`ê ku dil hebûn êrîşî ser hêzên çekdar li navçeya Til El Kesîbeyê li rojhilata Tikrtîta navenda parêzgeha Selahedînê bikin, têk birin û 39 kes ji çeteyan kuştin.

Hat ragihandin ku têrorîst neçar man ku bo bajarê El Hevîceyê li başûrê rojavaya Kirkûkê paşve bikişin û meytên kuştî û birîndarên xwe veguhezînin nexweşxaneya El hevîceyê.

Rayedarên iraqî armanca êrîşa van têrorîstan li ser hêzên iraqî yên cihbûyî li Til El Kesîbeyê girtina rê li ber opêrasiyona ihtimalî ya hêzên iraqî li ser bajarê Hevîceyê dan zanîn ku hîn jî di bin kontrola vê koma têrorîsta. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu