AborîAsyaCîhanNûçeRojhilatanavin

Pentagonê firotina mûşekên Patriotê bo Tirkiyeyê pesend kiriye

Pentagonê aşkere kiriye, ku wan firotina sîstema mûşekên Patrîotê bo Tirkiyeyê pesend kiriye. Herweha bihayê mûşekên Patrîotê 3 milyar û 500 milyon dolar e.

Wezareta Derve ya DYAyê, firotina 80 mûşekên Patrîotê yên cûreya GEM-T û  60 mûşekên din ji bo Tirkiyeyê pesend kiriye. Li gor nûçeya Ajansa Defense Newsê, Pentagonê derbarê firotina mûşekên Patrîotê de agahî daye Kongreyê.

Ji bo mîsogerkirina firotina sîstema mûşekên Patrîotê divê kongre û senato jî razî bibin.

Başa dön tuşu