ÎranNûçeRojhilatanavin

Candayîna 2 kesan ji ber erdhejê li Xorasana Bakûr

Erdhejê şeva buhurî parêzgeha Xorasana Bakûr hejand û di encamê da herîkêm 2 kesan canê xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li gorî rapora nûçegihanê SAHAR TV, Mihemed Hisên Elînîya, alîkarê avedankirinê yê walîtîya Xorasana Bakûr îro got: Li gorî raporên destpêkê di encama erdheja bi giranîya 5.7 rîştêrî ku şeva buhurî li rojavaya Bincnûrdê qewimî da 2 hevwelatîyan canê xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Elînîya bal kişand ser xisarên ku li bi sedan malên gundên bakûra rojavaya Bicnûrdê nemaze Mane û Semelqanê ketine û got: Hemî dezgehên hawargiheştin û ewlehîyê tam li deverê amade ne.

Alîkarê avedankirinê yê walîtîya Xorasana Bakûr herwiha got: Gundên Serkanlû, Qesirqecer, Aqanebî, Ehlî, Dongil, Yekeşax, Şaxocaqî, Silolî, Mihemedava, Qereçay, Ostad, Şoplitepe û Borborê di encama erdhejê da di navbera sedî 20 heta sedî 70 zîyan dîtine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu