ÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Gotûbêja dubare li bara Lihevkirina Navokî bixeter e

Sikritirê navenda Mafên Mirovan a Saziya Dadweriyê ya Komara Îslamî ya Îranê got: Her cûre gotûbêja li bara pênaseya Lihevkirina Navokî ya di navebra Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar bixeter e.

Mihemed Cewad Larîcanî analîzgerê mijarên navneteweyî li bernameya Gotûbêja taybetî ya nûçeyan a êvara yekşemiyê ya kanala du ya têlêvîziyona Îranê bal kişande ser kiryarên vê dawiyê yên amerîkiyan li warê binpêkirina Lihevkirina Navokî ya di navebra Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar destnîşan kir: Heta li bara bendên bi girîngiya kêm a vê bernameyê jî divê gotûbêj neyê kirin; Ji ber ku encamên baş ji bo aliyên vê lihevkirinê tine.

Larîcanî serdestiya li ser çavkaniyên ênêrjiyê li navçeyê û deverên stratijîk ji berjewendiyên nerewa yên Amerîkayê berî serketina Înqilaba Îslamî da zanîn û got: Înqilaba Îranê serdestiya welatên rojavayî ku nimada wan Amerîka bû, li navçeyê xiste bin pirsê.

Vî analîzkerê mijarên navneteweyî bal kişande ser hewildana welatên rojavayî ji bo derbelêdana li Komara Îslamî ya Îranê û kontrola bizava Hişyariya Îslamî ji riya piştgiriya ji têrorîsmê û pêkanîna Tirsandina ji Îranê û got: Ewna li fikra şerê dijî Îranê nînin; Çimku dizanin Îranê ji vî şerê perxerc, dê serketî û bihêz derkeve.

Larîcanî got: Amerîkayî heta naxwazin ku Lihevkirina Navokî ya di navebra Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar wêda daynin û armanca wan tenê bikaranîna neçê ya vê lihevkirinê ji bo zexta li ser Îranê û dewama boykotan e ku dewleta berê ya Amerîkayê ev plan dest pê kir bi awayekî ku lîsteya boykotên teze ji berê va hatibû amadekirn.

Sikritirê navenda mafên mirovan a Saziya Dadweriyê ya Îranê her wiha got: Biryara vê dawiyê ya Donald Trump serokomarê Amerîkayê li bara qedexetiya hatina misilmanan bo Amerîkayê bi mehneya gefa li dijî ewlehiya Amerîkayê tam pêkenî û dijûnbar e.

Larîcanî her wiha got: Eva li halekî ye ku Îran li dijî qedexetiya hatina welatiyên amerîkî bo Îranê ye ji ber ku hejmareke zêde ya zanyariyên baş ên Amerîkayê li dijî kiryarên Trump in û dixwazin bên Îranê.

Sikritirê navenda mafên mirovan a Saziya Dadweriyê ya Îranê pêgiriyê kir: Komara Îslamî ya Îranê piştgiriya xwe ji dewletên ku dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê li navçeyê şerr dikin, didomîne û dê ji têkoşîna gelên Yemenê û Behrêynê li hemberî rêjîmên dîktator piştgiriyê bike.

Larîcanî her wiha li bara qelaşa pêkhatî navbera Amerîka û Ewropayê jî got: Amerîkayî ji lawaziya ewropiyan sûdê werdigirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu