Rê û resma tevlîkirina fermî ya balafirên esman û avê li nav koma şiaynên hêzên deryayî yên sipahê pasdarên Inqialba Îslamî ya Îranê hat lidarxistin.
Li gorî rapora IRNA`yê, ev merasima bi beşdariya serdar fermandê giştî yê sipahê û komek ji fermande û berpirsên leşkirî û welêt li Bender Ebasê li başûrê Îranê hat lidarxistin.
Deryadar pasdar Elî Fedewî fermandê hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî jî li vê merasimê got: Balefirên ku li vê qonaxê tevlî Rêxistina Hêza deryayî ya Sipahê bûn, bi hêz û şiyanên curbicur ên mîna geşt û keşfê- hêza rûniştina nav avê- geriyana nav avê mîna sabmerînan û her wiha hemî operasyonên firînê li bilindahiyên curbicur hene û ji ber hebûna vê potansiyelê bi firindeyên du-jiyanî û avnişîn hatine binavkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)