NûçeRojhilatanavinYemen

Pêşdaçûna artêş û hêzên gelanî yên Yemenê li parêzgeha Heceyê

Artêş û hêzên gelanî yên Yemenê di rêya pêşdaçûna xwe li navçeya sînorî ya Mîdiyê sê erebeyên siûdiyan şewitandin û hejmarek ji kirêgirtiyan kuştin.

Li gorî rapora roja yekşemiyê ya El Alemê, li pey êrîşên êvara îniyê ya kirêgirtiyên siûdî li ser navçeya Mîdiyê li parêzgeha Heceya Yemenê li bakurê rojavaya vî welatî, ku tûşî berteka hêzên yemenî bû, hêzên artêşê û hêêzn gelanî yên Yemenê li rêya pêşdaçûna xwe li nav=çeya sînorî ya Mîdiyê karîn dîsa jî ziyanên giran li kirêgirtiyên siûdî xînin.

Artêş û hêêzn gelanî yên Yemenê her wiha hewildana çeteyên ser bi Evde Rebbeh Mensûr Hadî ku bi piştevaniya firokeyên şêrr ên siûşdiyan dil hebûn li cadeya El Teleyê li derbasgeha sînorî ya El Beqeyê li sînorê Yemen û Erebistanê li rojavaya Seideyê pêş da biçin, têk birin.

Wezareta berevaniyê ya Yemenê jî ragihand ku li bajarê Nehemê hejm,arek ji kirêgirtiyên ser bi Mensûr hadî di dema têkbirina êrîşa wan lis er bilindahiyên El Ezan û El Zebîeyê ji aliyê artêşa Yemenê û hêzên gelanî va hatin kuştin û 5 erebeyên wan ên leşkerî ji nav çûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu