İslami Davet Kurdi Bange İslami

Pêşdaçûna artêşa Sûrîyê li rojavaya Palmîrayê, 5 deverên din hatin azadkirinê

Artêşa Sûrîyê û hêzên berxwedanê karîn ku bi azadkirina çend gund û deveran, nêzîkî medresa Sewaqe li rojavaya Palmîrayê bibin.

Li gorî rapora Fars News`ê, artêşa Sûrîyê îro li rojhilata Humsê karî li hemberî têrorîstên DAIŞ`ê pêşda here.

Artêşa Sûrîyê karî Boyze Gerbîye û Terfe Gerbîye û gundê Kelabîyê i derdora Humsê azad bike.

Malpera Ara News`ê ser bi neyarên sûrî jî ragihand ku ev pêşdaçûna li rojavaya şarê dîrokî yê Palmîrayê pêk hatîye û hêzên berxwedanê karîn ku kontrola deverên Mecbel û Remelê bigirin destê xwe.

Ev deverana ketine ser rêya Hums-Palmîrayê û di encama vê opêrasyonê da bi dehan têrorîstên DAIŞ`ê hatine kuştinê û birîndar bûne.

Emro Husên çalakê neyar ê li derdora Humsê ragihand ku DAIŞ bi hegera cîgeha erdnigarîyê ya Remel û Mecbelê di rewşeke serbazî ya dijwar de ye û zêdebûna êrişên hewayî jî bûye sebeb ku ev koma ji vê deverê paşda vekişe.

Li gorî rapora Ara News`ê, azadkirina devera Remelê bi destê artêşa Sûrîyê bû sebeb ku hêzên berxwedanê nêzîkî medresa Sewaqe li rojavaya Palmîrayê bibin.

Herwiha bi vê pêşdaçûnê, têrorîstên DAIŞ`ê ku li hin taxên gundê Beyze Şerqîyê ne, ji bakûr, rojava û başûr va bên dorpêçkirinê û ev meseleya bû baîs ku têrorîst ji vê deverê paşda herin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version