IraqNûçeRojhilatanavin

Pêşdaçûna hêzên gelanî li rojavaya Mûsilê

Kerîm Elîvî ji fermandarên saziya Bedra Iraqê îro anku çarşemiyê got: Bi azadkirina navenda Til Eferê hêzên seferberiya gelanî vê navenda hewayî wek erkantiya hêzên gelanî ji bo dewama opêrasiyona azadkirina Mûsilê bi kar tînin.

Vî fermandarê hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê destnîşan kir: Hêzên seferberiya gelanî bi amadebûna li bereya rojavayî, hemî riyên pûeywendî û hawargihaniya DAIŞ`ê ji Mûsilê ber bi Reqeyê va girêdane û li halê gihîştina vbo bajarê pirranî şîe û tirkmen a Til Eferê ne.

Bajarokê Til Eferê û navenda wî ya hewayî-leşkerî li ser mezinriya beşa rojavayiya Mûsilê ne ku heke bê azadkirin, wê riyên hawargihaniya DAIŞ`ê di nava Mûsil û sînorên Sûriyê qut dibin.

Hêzên Heşdi Şeibî di rojên buhurî da bi dewama pêşdaçûna li bereya rojavayaiya Mûsilê çend gund û bilindahiyên Til El Seyfê ku bilindtir ji navçeya Til Eferê ne, xistin bin kontrola xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu