IraqNûçeRojhilatanavin

Pêşdaçûna hêzên gelanî yên Iraqê li derodûra gundê stratijîk ê Beşîrê li Kirkûkê

Hêzên gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşda Şeibî ragiahndin ku navçeyeke derûdora gundê stratijîk ê Beşîrê li başûrê Kirkûkê hatiye azadkirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Tasnim News`ê, berdevkê hêzên gelanî li mêhwera bakûrê Iraqê, Elî Husêynî li hevpeyivîna ligel kanala têlêvîziyoniya Sûrmiriyê got: Navçeyeke stratijîk li derûdora gundê Beşîrê li başûrê parêzgeha Kirkûkê ji bin desthilata koma têrorîst a DAIŞ`ê hat derxistin.

Husêynî got: Azadkirina vê navçeyê ji ber viya ku rewşê ji bo dorpêçkirina gundê Beşîrê xweş dike, girîng e.

Gundê Beşîrê li başûrê Kirkûkê gundekî stratijîk e ku demek dirêj e di bin desthilata koma têrorîst a DAIŞ`ê da ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu